Xebatkarên JIN TV bi şahiyek ku di tê de rojnamevanên jin, welatparêz û çalakvan amade bûn 7’emîn salvegera damezrandina xwe pîroz kirin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên jin û hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd destpê kir.
Piştre Tewar Adil ku yek ji xebatkarên JIN TV ye, daxuyaniya 7’emîn salvegera damezirandina JIN TV xwend û got:
“Em 6 salin li Başûrê Kurdistanê weke JIN TV xebatên xwe dimeşînin.
Ev berdewamiya bênavber ya xebatan bi ruhê jinên azad pêk hatiye û emê her tim li ser vê rêyê bimeşin.”
Piştre gul û xelat pêşkêşî xebatkarên JIN TV kirin û ji aliyê beşdarvanan ve hatin pîrozkirin.
Şahî bi gerandina govêndê bidawî bû.