Li gundewarê Girê Spî agir bi mal û zeviyên şêniyan ket

Şevê din dewleta Tirk a dagirker gundên rojavayê Girê Spî topbaran kir û ji ber topbaranê agir bi mal û zeviyên gundiyan ket.

Ajansa ANHA`yê dîmenên ji gundên Zenûbiya û Zey Ereb ên rojavayê Girê Spî ya dagirkirî bi dest xistin.

Di dîmenan, şewata mal û berhemên çandiniyê ya ji ber topbaranê xuya dibe.

Dewleta Tirk a dagirker gundên Zirganê ji şêniyan vala dike

Tevî topbaranê, dewleta Tirk gundên navçeya Zirganê jî ji şêniyên wê vala dike da ku baregehên leşkerî ava bike.

Çavkaniyekî ji ajansa ANHA’yê diyar kir ku dagirker şêniyên gundên Enîq El-Hewa û Um El-Uşbe derxistin.

Her wiha leşkerên Tirk 50 hezar L.S ji her şêniyekî ku dixwaze milkên xwe ji gund derxîne destîne, û alavên wan ên çandiniyê desteser dikin.

Dewleta dagirker mala şêniyê bi navê Mele Selam ê ji gundê Dawidiyê yê Zirganê xera kir.

Back to top button