Efxanistan..hikûmetê li 31 wîlayetan qedexeya derketinê ragihand

Ji bo sînordarkirina liv û tevgera Talîbanê, Wezareta Hundirîn a Efxanistanî, li 31 wîlayetan qedexeya derketina bi şevê ragihand.

Li gorî wezaretê, qedexeya ragihandî wê ji saet 10’ê şevê heta 4’ê sibehê be.

Ji aliyê xwe ve Hikûmeta Efxanistanî bi niyaz e li dij Talîbanê dest bi operasyonan bike, ya dawî jî gefa bersivdanê dide.

Di der barê de, Wezîrê Parastinê ya Amerîkî  Lloyd Austin bi daxuyaniyekê got:

“Divê hêzên Efxanî bizanin ew dikarin rê li ber pêşveçûna Talîbanê bigirin, paşê herêmên li jêr kontrola wê vegerînin.”

Tevgera Talîbanê ji çaxa ku Amerîka biryara vekişînê daye, êrîşeke berfireh li dij hêzên Efxanistnaî daye destpêkirin.

Back to top button