Li Ermenistanê 8’ê Adarê hate pîrozkirin

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Azad li paytexta Ermenistan Erîvanê şahiyek hat lidarxistin.

Tevî jinên Kurd ên ji Oktemberyan, Elegez û navenda Erîvanê, jinên Ermenî jî beşdarî şahiyê bûn.

Endama Yekîtiya Jinên Azad Seyran Celad derbarê rojê de axivî û got:

“8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî di serî de li jinên li girtîgehan li ber xwe didin, dayikên me yên aştiyê û hemû jinên berwedêr pîroz dikim.

Her tişt girêdayî vîna jinê ye. Ger jin ji bo parastina mafên xwe têbikoşin, ti hêz nikare mafên jinan ji destê wê bigire.

Weke jinên Kurd bi saya felsefeya Rêber Apo ji me re hiştiye û Tevgera Azadiya Jinên Kurd e îro li vir in û ji bo azadiya xwe têdikoşin.”

Seyran Celad destnîşan kir ku ew ê bi fikrê Rêber Apo têkoşîna azadiya jinê mezintir bikin

Çalakî bi stranên hunermend Zagros Rojhilat ve dewam kir û timî dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî 8’ê Adarê” hatin berzkirin.

Di dawiya çalakiyê de gul li jinan hatin belavkirin.

Xelkê Mexmûrê bi meşeke girseyî 8’ê Adarê pîroz kir

Back to top button