Xelkê Mexmûrê bi meşeke girseyî 8’ê Adarê pîroz kir

Bi boneya 8’ê Adarê li Mexmûr, Qendîl û Şengalê jî çalakî û serlêdan hebûn.
Çalakgeran di çalakiyê de tekoşîna jinên Kurd ya ji bo aştiyê û azadiyê silav kirin.

Bi boneya 8’ê Adarê li Mexmûr, Şengal û Qendîlê jî çalakî hebûn.

Li Mexmûrê bi pêşngiya Meclîsa Îştar meşeke girseyî hate lidarxistin.

Çalakgeran di çalakiyê de tekoşîna jinên Kurd ya ji bo aştiyê û azadiyê silav kirin.

Jinên binara Qendîlê jî 8’ê Adarê pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de daxuyaniya KJK’ê hate xwendin û banga yekîtiyê hate kirin.

Li Şengalê jî bi boneya 8’ê Adarê şandeyek Tevgera Azadiya Jinên Êzdî TAJÊ serdana Yekîneyên Jinên Şengalê YJŞ’ê kir.

Her wiha li Şengalê bi heman boneyê jinên Êzîdî bi pêşengtiya TAJÊ û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê, ji bo bîranîna şehîdên jin serdana Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan kirin û gul danîn ser gorên wan.

Li bajarê Kerkûkê jî ji bo 8’ê Adarê çalakî hat li darxistin.

Di çalakiyê de jinan dar çandin û ji ber rol, têkoşîn û xebatên wan çelengê rêzgirtinê û gul pêşkêşî RJAK’ê hatin kirin.

Endama RJAK’ê Xeyriya Hesen têkildarî çalakiyê de bang li jinên kurd kur ku ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa her dem bibin yek.

Li herêmê çalakiyên 8’ê Adarê

Back to top button