8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li herêma Cizîrê bi coş û kelecaneke mezin hate pîrozkirin.
Hemû jin bi reng û bedewiya çanda xwe qadên şahiyan xemilandin.
Di şahiyan de peyama bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate dayîn.
Ev pîrozbahiya 8’ê Adarê ya li bajarê Hesekê bû.
Bi hezaran jin ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr beşdarî pîrozbahiyê bûn û Roja Jinan a Cîhanî pîroz kirin.
Jinên ku beşdarî pîrozbahiyê bûbûn teqez kirin ku li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Apo ew ê vê rojê bikin roja azadiya hemû jinan.
Li Tirbespiyê jî pîrozbahiya 8’ê Adarê hate lidarxistin.
Li vir jî ji hemû pêkhateyan jin bi cil û bergên xwe beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Di pîrozbahiyê de wiha hate gotin:
“Hebûna her jinekê li vê pîrozbahiya sedema wê xwe rêxistinkirina li ser bingehê fikir û felsefeya Rêber Apo ye.
Ji ber vê yekê em ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tim û tim li ber xwe bidin û asta têkoşînê bilind bikin.”
Li Zorava 8’ê Adarê hat pîroz kirin
Li zorava ya peyîtexta Sûriyê Şamê jî 8 ‘ê Adarê hat pîroz kirin.
Jin bi girseyî tevlî pîrozbahiyê bûn û peyamên tekoşîn û serkeftinê da.
Li kantona Firatê Roja Jinên Kedkar ya Cîhanî hat pîroz kirin