Li kantona Firatê Roja Jinên Kedkar ya Cîhanî hat pîroz kirin

Li Kantona Firat, Şehba û Helebê jî bi boneya 8’ê Adarê roja jina a cîhanê çalakî hatin li dar xistin.
Di pîrozbahiyan de, jinan teqez kirin ku bi saya firk û felsefeya Rêbar APO ew ê vê rojê bikin roja azadiya hemû jinan.

Bi vê coş û kelecanê jinên Kantona Firatê daketin qadan û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin.

Di pîrozbahiyê de, berdevka Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Zozan Bekir diyar kir ku bi saya keda salan a şehîdan ew 8’ê Adarê pîroz dikin û bi vê boneyê şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Li Şehbayê 8’ê Adarê bi coş hat pîroz kirin

Li Şehbayê jî, bi hezaran jinên ji Efrîn û Şehbayê bi cil û bergên xwe yên neteweyî 8’ê Adarê pîroz kirin.

Çalakiyê bi meşekê dest pê kir û li qada navçeyê bernameya pîrozbahiyê dom kir.

Li vir jinên ku beşdar bûn 8’ê Adarê li hemû jinên cîhan pîroz kirin û gotin:

“Bi saya fikr û ramanên Rêber Apo îro jin li qadên azadiyê bi rengên xwe 8’ê Adarê pîroz dikin.

Ji Şehbayê heya Îmraliyê em soza nûjenkirina xeta berxwedanê li dijî siyasetên qirkirinê, didin ku em ê bi vîna jinên azad û qehreman dawî li tecrîdê bînin.

Helebê-8’ê Adarê bi şahiyekê hate pîrozkirin

Ev jî dîmenê pîozbahiya taxa Şêxmeqsûd a Helebê ye.

Di pîrozbahiyê de jinan teqez kirin ku bi rihê pêşengên mîna Sakîne, Bişeng, Sosin û Rojbîn Ereb dê meşa azadiyê ya jinan dewam bike.

Li Bakurê Kurdistanê jin bûn yek deng û daxwazên xwe qîriyan

Back to top button