Dairkeran 3 gundên Minbicê bombebaran kirin

3 gundên Minbicê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin bombebaran û topbarankirin.
Şervanên Hêzên Cebhet El Ekrad jî ên li eniyên gundewarên Minbicê destnîşan kir ku çeteyên dagirkeriya Tirk hewl dan bikevin herêmê.
Lê hewldanên wan hatin têkbirin û 2 çete hatin kuştin û gelek jî birîndarbûn.

Seatên nîvro artêşa Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek 5 caran gundê Ewn Dadatê yê li bakurê Minbicê bombebaran kir.

Her weha gundên Seyda û Dendeniyê yê rojavayê bajar jî bi hewan û obîsan topbaran kirin.

Dewleta Tirk êrişî gundê Hoşeriyê yê li bakurê Minbicê kir: Welatiyek birîndar bû

Back to top button