WHO: Rewşên ji vîrûsê rehet dibin û careke din pê dikevin tên lêkolînkirin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî ragihand ku ew rewşên ji vîrûsa Coronayê rehet bûnê û careke din bi vîrûsê ketine, lêkolîn dike.

Rêxistina Tenduristiyê diyar kir ku hin rapor derketine û destnîşan dikin ku kesên ji vîrûsê rehet bûne, careke din pê ketine.

Rêxistinê ev rewş bi yên ferdî bi nav kir û teqez kir ku ev rapor niha ji aliyê wan ve tên lêkolînkirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî got:

Covid-19 nexweşiyeke nû ye, lewre pêwistî bi daneyên berfireh derbarê wê de heye, da ku em hin encaman bi dest bixin.

Duh jî, hin berpirsên Koreya Başûrî ragihandibûn ku 91 rewşên ku hatibû texmînkirin ji vîrûsê rehet bûbûn, careke din nîşaneyên vîrûsê li wan derketin û encamên tehlîlan positive bûn.

Back to top button