NY: Li Xezayê di rojê de 63 jin dimirin!

Belê îro 8’ê Adarê roja jinan a Cîhanî ye.
Lê şerê deshilatdariyê; carek din dibe sedema ku berdêla herî giran jin bidin.
Mînaka vê ya şînber niha li Xezayê pêk tê.
NY ragihand ku ji ber êrişên Îsraîl yên li ser Şerîda Xeza her roj 63 jin jiyana xwe ji dest didin.

Berdêla şerekî deshilatdariyê didin.

Bi salane rewşa li Xezayê wiha ye.

Lê ev rewş ji 7’ê Cotmehê ve bi şerê navbera Hemas û Îsraîlê re derbasî qonaxeke hîn tijwartir bûye.

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Fîlîstînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) di Roja Jinan a Cîhanî de, daneyên li ser jinên di êrîşên Îsraîlê yên li Xezeyê de hatine kuştin eşkere kir.

Hat diyarkirin ku li Xezeyê di encama êrîşan de, rojane 63 jin jiyana xwe ji dest didin û ji van jinan 37 jê dayik in.

Ji Cotmeha 2023’an ve, heta niha jinên ku jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 9 hezarî.

Her wiha gelek jin jî, di bin xirbeyan de mane.

NY: Jin bêyî alîkariya tibî welidînin

Komîserê Giştî yê UNRWA Philippe Lazzarini di daxuyaniyekê de got,

“Ez gelekî xemgîn im ku jinên li Xezayê di Roja Jinê ya Cîhanî de êşa encamên vî şerê hovane dikişînin.”

Lazzarini diyar kir ku jinên bêyî alîkariya tibbî welidandine, negihîştine pêdiviyên paqijiyê û nepeniya wan nehate misogerkirin.

Komîserê Giştî anî ziman ku tîmên wan ji bo alîkariya li cihên qelebalix kar dikin û wiha got:

“Tîmên me ji bo piştgiriya jinên li stargehên qelebalix dijîn, ji mexdûrên şîdeta zayendî re desteka derûnî-sosyal peyda dikin û ava dikin, bêwestan dixebitin.

Lê divê em gelek zêdetir ji bo parastina mafên jin û keçan kar bikin.”

Li Xezayê bi dehan kesên din mirin û birîndar bûn

Back to top button