Li dijî dagirkeriyê şerê li kurdistanê germ bûye.
Li bakur û başûrê kurdistanê gerîlayanê HPG û YJA Starê derbên xurt li dagirkeriyê dan.
HPG’ê rahigand ku li Colemêrg, Dersîm û Xakurkê 6 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî çalakiyên li Colemêrg, Dersîm û Xakurkê yên li dijî leşkerên dewleta tirk a dagirker agahî dan.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de;
7’ê Tîrmehê gerîlayan li dijî kamyoneke ya artêşa dewleta Tirk a dagirker li navbera Girê Şehîd Elîşêr û Şehîd Derman ên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê de çalakiyeke ya sabotajê pêk anîn.
Di çalakiyê de kamyon hate teqandin û 3 leşkerên li nav bûn, hatin kuştin.
Heman rojê gêrîlla li Girê Şehîd Derwêş ê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî hêzên artêşa dewleta Tirk a dagirker yên ku li herêmê bicih bibûn, çalakiyek pêkanîn.
Di vê çalakiyê de jî leşkerek hat kuştin.
5’ê Tîrmehê gerîlla li dijî wesayîta zirxî ya bi tîpa Kobra û baregeha nobedê ya artêşa dewleta Tirk a dagirker ya li gundê Sari-tosûn a Herêma Pulur a Dersimê çalakiyek lidar xistin.
Di encamê vê çalakiyê de wesayîtek zirxî hate derpkirin, 2 leşker hatin kuştin.