YPJ: Hemû qadên jiyanê dê bi xemla jinê waterdar bin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi munasebeta 8’ê Adarê peyamek weşand, 8’ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir û wiha got: “Em ê mizgîniya azadiyê ku bi biharê re geştir dibe, bidin tevahî jinan û gelan. Hemû qadên jiyanê wê bi cewher û xemla jinê bi wate bibin. Têkbirina polîtîkayên qirkirina jinê bi parastinê pêkan e.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek weşand.

YPJ’ê 8’ê Adarê li Rêber Apo û hemû jinên cîhanê pîroz kir û got:

” Weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) îro em li ser mîrateya giranbiha ya jinên berxwedêr ên cîhanê meşa xwe ya azadiyê didomînin.

Bi hêrseke mezin li hemberî her cûre polîtîkayên qirkirin, dagikerî û tecrîdê, têkoşîna xwe bilind dikin.”

Ji New York’ê heta Afganîstanê, ji Şengalê heta Îranê, em ruhê berxwedaniyê yê tevahî jinên cîhanê ku textê desthiladariya mêr dihejîne û gihandiye ber hilweşînê silav dikin;

Ev enerjiya herikarbar a jinan ku diherike yek rûbarî, dibe çavkaniya azadiya tevahî civakê, ev yek jî coş û kelecana me ya têkoşînê xurtir dike.

YPJ’ê diyar kir ku ew bi saya fikir û ramanên Rêber APO gihan van rojan û wiha domand:

Îro bi saya felsefeya rêber Apo em li ser koka xwe li cewherê xwe vedigerin û dîroka xwe ya azadiyê, bi berdêl, berxwedan û destanên lehengiyê dinivîsînin.

YPJ’ê: Têkbirina polîtîkayê qirkirina jinê bi parastinê pêkan e

Weke YPJ’ê, em ê mizgîniya azadiyê ku bi biharê re geştir dibe, bidin tevahî jinan û gelên herêmê.

Hemû qadên jiyanê wê bi cewher û xemla jinê re bi wate bibin.

Ji bo wê xwe rêxistin kirin û li hemberî mêjiyê mêr şer kirin, ancax bi parastinê re gengaz e.

Emê bi vî rengî karibin xwe û şoreşa azadiya jinê domdar û mayînde bikin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di dawiya peyama xwe de ev bang li jinan kir:

Em bang li hemû jinan dikin ku xwe li rêxistinbûnê bipêçin, li her qadê bi parastinê xwe bi çek bikin da ku em bi vîna jina azad, her cure polîtîkayên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin.

Siberojên azad û aram diyarî tevahî jinan û mirovahiyê bikin.

Back to top button