Welatiyên Hewlêrê bertek nîşanî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan dan

Welatiyên Hewlêrê a Başûrê Kurdistanê bertek nîşanî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan dan û banga azadiya wî ya fîzîkî kirin.

Welatiyê bi navê Ferhad Mentik daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir û got:

“Ji bo di navbera gelê Kurd û Tirk de pêvajoya aştiyê destpê bike, pêwîste tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bê rakirin.

Pêwîste gelê Kurd bi yek dengî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin.

Ji berku Rêber Ocalan dikare aştiyê pêkbîne û dawî li şer bîne.”

Welatiyê bi navê Idrîs Dîbegeyî piştgirî da pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û wiha domand:

“Divê gelê Kurd li dijî komployê xwedî yek helwest bin û xwedî li vê pêngavê derkevin.

Back to top button