Şervanên Hêzên Cebhet El Ekrad ên li eniyên gundewarên Minbicê destnîşan kir ku çeteyên dagirkeriya Tirk hewl dan bikevin herêmê.
Lê hewldanên wan ji aliyê hêzên Cebhet El Ekrad û Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve, hatin têkbirin.
Di encamê de 2 çete hatin kuştin û gelek jî birîndarbûn.
Ji fermandarên Cebhet El Ekrad Xidir Reid derbarê hewldanê de axivî û got:
“Berî 2 rojan çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da derbasî gundê Boxazê bibin.
Hêzên me tevgera çeteyan şopand.
Çete bi 2 matorsiklêtan ketin nav darên nêzîkî noqteyên hêzên me.
Piştre 2 kom: her komek ji 8 çeteyan pêk tê derketin serê çiyê da ku derbasî herêmên me bibin.
Di dema ku çete ketin nav daran, hêzên me ew hedef girtin û hewldana wan têk bir.”
Di encama bersivdayînê de 2 çete hatin kuştin
Xidir Reid da zanîn ku hêzêzn wan 2 çete kuştin û gelek jî birîndar kirin.
Şervanê Cebhet El Ekrad Samî El Helebî ku di operasyonê de bû, diyar kir ku wan balafireke keşfê û xwekuj anîn xwarê.
Fermandar û şervanan soza bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê dan.