Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê muhlet da partiyan û hêzên siyasî yên neruxsetkirî da ku daxwaznameya ruxsetgirtinê pêşkêş bikin.
Komîteya KarûBarên Partiyan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk biryara bi hejmar 1 a sala 2024’an derxist û dem da hêz û partiyên neruxsetkirî ji bo ku li nivîsgehên wê vegerin û daxwaznameyên ruxsetgirtinê jê re pêşkêş bikin.
Komîteyê li ser malpera xwe naveroka biryarê parve kir û wiha got:
“Li gorî qanûna ruxsetkirina partiyan a Rêveberiya Xweser a bi hejmar 6’an a 20 Gulana 2018’an hatiye derxistin, li gorî civîna Komîteya Partiyan a bi hejmar 2 a 05 Adara 2024’an li dar ketiye, Komîteya Karûbarên Partiyan ev biryar da.
Tevahî partiyên rusxet negirtine, dikarin ji 7’ê Adara 2024`an heta 1’ê Nîsana 2024`an daxwaznameyên ruxsetgirtinê ji Nivîsgeha Karûbarên Partiyan re pêşkêş bikin ji bo ku bikarin li herêmê kar bikin.”
Komîteyê diyarkir ku wê piştî dema hatî diyarkirin qediya, tevdîrên qanûnî bên girtin.