Gerîlayên YJA Starê li herêma Zapê droneyeke bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker xistin.
Dagirkeran jî 44 caran qadên gerîlyan bi balafirên şer bombebarankirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîl û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek parve kir.
Li gorî wê;
6’ê Adarê li herêma Zapê gerîlayên YJA Starê droneyeke bombebarkirî ya artêşa Tirk a dagirker xistin.
HPG’ê li ser êrişên dagirkeriyê jî ev agahî parve kir:
“29’ê Sibatê û 5’ê Adarê Rojavayê Zapê 4 caran bi dronê hatin bombekirin.
5’ê Adarê jî herêma Xakurkê bi dronê hate bombekirin.
Her wiha 1 heta 6’ê Adarê jî herêma Metîna, Zap û Xakurkê bi giştî 44 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”