Husiyan li Yemenê li dijî keştiyekî bazirganiyê bi moşekan êrîş pêk anîn.
CENTCOM jî êrîşê piştrast kir û anî ziman ku di êrîşê de 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûne.
Li aliyê din jî Husiyan ragihandin ku balafirên şer ên Amerîka û Îngîlîstanê li dijî balafirxaneya Hudeydayê êrîşeke hewayî pêk anîne.
Husiyan li Yemenê dijî keştiyekî êrîşek pêk anî.
Hat destnîşankirin di keştiyê de 15 Filîpînî, 4 Wîetnamî, 2 Srî Lankî, 1 Hindî û 1 jî Nepalî û 3 kesên çekdar hebûn.
Berdevkê Leşkerî yê Husiyan têkîldarî êrîşê anî ziman ku keştî bi moşekan hatiye xistin û got:
“Heya dorpêça li ser gelê Filîstinê li Xezayê rabê emê êrîşên xwe rawestînin.”
Her wiha Husiyan da zanîn ku beyî ku hişyarî li keştiyan bidin ti keştiyan armanc nakin.
CENTCOM: Di êrîşa Husiyan de 3 kes mirin
Fermandariya Hêzên Navendî yê Amerîkayê CENTCOM têkîldarî êrîşên Husiyan de daxuyaniyek parve kir.
CENTCOM da zanîn ku Husiyan bi moşekan keştiyeke bazirganiyê kirine armanc û di encama êrîşê de 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûne.
Her wiha CENTCOM diyar kir ku di keştiyê de xisar pêk hatiye.
Husiyan: Amerîka û Îngilîstanê êrîşî balafirxaneya Hudeydayê kirin
Li aliyê din Husiyan ragihandin ku balafirên şer ên Amerîka û Îngîlîstanê li dijî balafirxaneya Hudeydayê du êrîşên hewayî pêk anîne.
Di encama êrîşê de ti windahiyên canî û xisarên madî pêk nehatin.
Derbarê êrîşê de ji hêla Amerîka û Îngîlîstanê ti daxuyanî nehat dayîn.