Husiyan 2 keştiyê şer ê Amerîkî armanc kirin

Husiyên li Yemenê ragihandin ku li Behra Sor 2 keştiyê şer ê girêdayî Amerîkayê bi moşek û balafirên bê mirov kirine armanc.
Her wiha Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM ragihand ku ji heremên di bin kontrola Husiyan de li dijî moşekeke balîstîk û 3 balafirên bê mirov ku êrîşî keştiya USS Carney kirin êrîşên parastinê pêk hatiye.

Êrîşên Husiyan li dijî keştiyên li Behra Sor didomin.

Berdevkê Leşkerî yê Husiyan Yahya Serî derbarê êrîşê de daxuyanî da û destnîşan kir ku li Behra Sor li dijî 2 keştiyên şer ê Amerîkî êrîş pêk anîne.

Serî êrîşên li dijî keştiyên Amerîkî bi moşek û balafirên bê mirov pêk hatiye.

Derbarê mijarê de hîna ji hêla Amerîkayê ve daxuyaniyekî nehatiye dayîn.

Amerîka li dijî Husiyan êrîşên parastinê pêk anîn

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM ragihand ku ji heremên di bin kontrola Husiyan de li dijî moşekeke balîstîk û 3 balafirên bê mirov ku êrîşî keştiya USS Carney kirin êrîşên parastinê pêk hatiye.

CENTCOM’ê li ser platforma medya civakî X’ê derbarê mijarê de daxuyaniyê da.

Di daxuyaniya CENTCOM’ê de wiha hate gotin:

“Li dijî keştiya USS Carney êrîş pêk hatin. Di keştiyê de ti xisar û windahî pêk nehatin.

Bi êrîşên parastinê di demjimêr 15.00-17.00’ê de bersiva wan êrîşan hat dayîn.”

Li aliyê din hat diyarkirin li gor saetên heremî di navbera 20.45-21.40 de hêzên CENTCOM’ê di çarçoveya parastina rewa de 3 moşeka bi keştî ve girêdayî û 3 wesayîtên balafirên bê mirov ê deryayî hat ruxandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin Amerîka ji bo parastina çûn û hatine keştiyan, ewlehiya avên navneteweyî, keştiyên bazirganî û keştiyên şer ên Amerîkayê êrîş pêk anîne.

Nêzîkî ji sedî 12’ê bazirganiya gerdûnî bi Kanala Sûweyşê ve tê kirin, ku Deryaya Navîn bi Deryaya Sor ve girêdide û riya herî kurt a di navbera Ewropa û Asyayê de peyda dike.

Husiyan keştiyên Îsraîl û Amerîka kirin armanc

Back to top button