Ji rojnamevan Silêman Ehmed 134 rojin agahî nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hat revandin 134 rojin agahî jê nayê girtin.
Rojnamevanên Silêmaniyê derbarê mijarê de bertek nişandan û gotin:
“Binçavkirina rojnamevan Silêman binpêkirinek eşkere ya mafê mirovane”

Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hat revandin 134 rojin agahî jê nayê girtin.

Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî rêveberiya PDK’ê heta niha têkildarî Silêman Ehmed de tu daxuyanî nedane.

Jîlya Elî: Ya ku li hemberî rojnamevan Silêman Ehmed hatî kirin nayê qebulkirin

Rojnamevanên Silêmaniyê derbarê revandina rojnamevan Silêman Ehmed de axivîn.

Rojnamevan Jîlya Elî da zanîn ku li Dihok û Hewlêrê hîn jî rojnamevan nikarin bi awayek azad fikir û ramana xwe bînin ziman û wiha pêde çû;

“Dema rojnamevan li ser karê xwene, yekser tên binçavkirin.

Binpêkirinên li hemberî rojnamevanên jin jî bi awayek berçav zêde bûne.

Gelek caran dijî rojnamevanên jin li saziyên lê kar dikin jî binpêkirin tên kirin.

Lê tevî hemû astengiyan jî, rojnamevanên jin di warê karê xwe de bipêş ketine.”

Jilyan Elî di dewama axaftina xwe balkêşa ser revandina rojnamevan Silêman Ehmed û got:

“Ya ku li hemberî rojnamevan Silêman Ehmed hatî kirin, cihê nerazîbunê ye.

Bê ku sucek wî hebe hatiye binçavkirin rê nadin parêzer jî serdana wî bikin.

Tê dîtin dema rojnamevan ne bi dilê desthilatê kar bikin, weke rojnamevan Silêman tên revandin û girtin.”

Diyarî Ferîdûn: Li Başûrê Kurdistanê, rewşa rojnamevaniyê gelek xirabe

Derbarê heman mijarê de rojnamevan Diyarî Ferîdûn jî got:

“Rewşa ronamevaniya li Başûrê Kurdistanê, ne berdest û gelek xirabe.

Bi taybet jî li herêmên ku dibin desthilatdariya PDK’ê dene, ev rewş hîn xirabtire. ”

Diyarî jî balkêşa ser revandina Silêman Ehmed û wiha pêde çû;

“Divê bêyî biryara dadgehê rojnamevan neyên girtin, lê weke Silêman Ehmed bi awayek ne yasayî rojnamevan tên girtin.

Asayîş jî niha rê nade parêzer û malbata biçin û wî bibînin, ev binpêkirinek eşkere ya dijî mafê mirovan e.”

Ji rojnamevan Silêman Ehmed 132 agahî nayê girtin

Back to top button