Mala Barzanî ji ber sûcên xwe tê darizandin

Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Brahîm destnîşan kir ku siyaseta Mala Barzanî bûye sedema fermanê û bi dehan gorên komî û got:
“Her şehîdekî Êzidî, êsîreke Êzidî, her zarokekî Êzidî ku li Çiyayê Şengalê tî û birçî mayî doza wan li Mala Barzanî heye.”
Heso Brahîm bang li civaka êzîdî kir ku ji ber sûcên PDK’ê di jenosîda Şengalê de dozê li dijî wî vekin.

Rêxistina Sindoqa Qurbaniyên Kurdistanê li Dadgeha Federal a Amerîkayê ji ber 25 ku di nav de jenosîda Şengalê jî heye giliyê Mesrûr Barzanî û Neviyên Barzanî kir.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî ji ber sûcên malbata barzan di jenosîda Şengalê de nameyek ji dadgeha Amerîkayê re şand û piştgirî da vê dozê.

Endamê MXDŞ’ê Heso Brahîm: Di mijara Şengalê de dozên mala Barzanî bên darizandin zehf in

Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Brahîm der barê mijarê de axivî û got:

“Em bi tenê ya Êzidiyan hesab bikin zêdeyî 100 doz hene.

Her şehîdekî Êzidî doza wî heye.

Her êsîreke Êzidî doza wê heye.

Her zarokekî Êzidî ku li Çiyayê Şengalê tî û birçî mayî doza wî heye. Dozên Mala Barzanî zehf in.”

Endamê MXDŞ’ê Heso Brahîm: Mesûd barzanî berpirsê qirkirinê ye

Heso Brahîm dazanîn ku yên bû sedema jenosîda Şengalê Mesûd barzanî bi xwe ye û ev nirxandin kir:

“Ew kesên ku bûne sedema vê qirkirinê Mala Barzanî bi taybet jî Mesûd Barzanî ye. Çima? Wê demê Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî bû.

Hêza pêşmerge û hemû sazî û dezgeh di bin ferman û nêrînê wî de bûn, biryar biryara wî bû.

Em hêvî dikin her Êzidiyek giliyê xwe bike û daxwaza mafê xwe bike.”

Endamê MXDŞ’ê Heso Brahîm: Kesên bûne sebeba qirkirinê beşdarî merasîmên gorê komî dibin”

Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Brahîm balkişand li ser dûrûtiya PDK’ê ku bûye sebeba qirkirinê beşdarî merasîmên gorên komî dibin û got:

“Çima heya niha em li ser kom nedibûn, Yên ku bûne sedema şehadeta wan, diçin serdana gorên komî, em nikarin li ser şehîdên fermanê derewan bikin.

Heta ew însanên bûne sedema van şehadetan li ser gorên komî amade bine, em naçim wir.

Lê rojekê ew doz were vekirin û Mala Barzanî biçe dadgehê, ez ê wê demê biçim.”

Heso Brahîm di dawî de ji bo darizandina Mala Barzanî ev bang li civaka êzîdî kir:

” Divê her Êzidiyek li ser Mala Barzanî giliyê xwe bike.

Ne tenê li Ewropayê, dadgeha Iraqê jî heye.

Ji Êzidiyan mafdartir kes nîne ku giliyê Mala Barzanî bikin.”

Back to top button