Foza Yûsif: Îsal wê 8’ê Adara bi serhildaneke Jinan a nû bê pêşwazîkirin

Endama Desteya Hevserokatiya ya PYD’ê Foza Yûsif derbarê 8’ê Adarê de axivî û got:
“Îsal wê 8’ê Adara bi serhildaneke jinan a nû bê pêşwazîkirin.
Li Rojavayê Kurdistanê gavên dîrokî têne avetin.
Têkoşîna jinan hemû rojên salê kirine 8’ê Adarê.
Êdî jin nema ji mirinê distirin ji ber ku bi destê wan çeteyên DAIŞ’ê têk çûn.”

Endama Desteya Hevserokatiya ya Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD Foza Yûsif derbarê 8’ê Adarê de axivî.

Foza Yûsif anî ziman ku 8’ê Adara îsal wê bi serhildaneke jinan a nû, bê pêşwazîkirin û got:

“Amadekariyeke gelek mezin a jinan ji bo vê rojê heye.

Ev 100 sal e têkoşîna jinan a 8’ê Adarê didome.

Têkoşîna azadiya jinan têkoşîneke stratejîk û gerdûnî ye.

Di her aliyê cîhanê de heta ku sîstema zayenperest têk here ev têkoşîn dê berdewam bike.”

Foza Yûsif: Zayendperest bi êrişan dixwazin Şoreşa Jinan bifetisînin

Foza diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê 8’ê Adarê cudatirî cihên dîtir di nava şoreşa jin de tê pêşwazî kirin û wiha domand:

“Li Rojavayê Kurdistanê gavên dîrokî têne avetin.

Lewma bi pêşengtiya Tirkiyê ev hêzên zayenperest li hemberî şoreşa jinan di nav metirsiyede ye û vê şoreşê wekî xeterî ser sîstema xwe ya faşîst, zayenperest dibînin.

Ji ber wê dixwazin vê şoreşê bifetisînin.

Dizanin ku şoreşa jinan dikare guhertin û veguhertineke mezin ne tenê li Sûriyê li tevahî cîhanê çêbike.”

Foza Yûsif: Jin ji mirinê natirsin ji koletiyê ditirsin

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif destnîşand kir ku jin ji mirinê natirsin ji koletiyê ditirsin û wiha pê de çû:

“Bi kuştinê nema dikarin jinan bitirsînin, ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê bi destê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk çûn.

Jin îro di hemû qadên jiyanê de hebûna xwe didin diyarkirin.

Jinan di destpêkê li hemberî xwe têkoşîn dan meşandin.

Ew jina bêçarê, bêbawer ku her dem xwe di bin siya zilam de didît îro li Rojavayê Kurdistanê bûye pêşeng.”

Foza Yûsif: Têkoşîna Jinan hemû rojên salê kirine 8’ê Adarê

Foza Yûsif di dawiya axavtina xwe de wiha got:

“Akademiyên me bi rêya perwerdeyê tolê ji hişmendiya zayenperest hildidin.

YPJ li hemberî artêşên mêran ên ku gel û jin perçiqandine, sekna tolê nîşan dide.

Jinan hemû qadên jiyanê yên aborî, civakî, zanistî, qanûnî, siyasî kirine cihê berxwedan û têkoşînê.

Ger îro dijminên şoreşa jinan nikarin vê şoreşê têk bibin sedema wê têkoşîna jinan e.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan hemû rojên salê kirine 8`ê Adarê.”

Kongra Star: Em 8’ê Adarê veguherînin şoreşa jinan a cîhanê

Back to top button