Ciwanekî Reqayê ji zarokatiya xwe ve tiştên folklorî berhev dike û diparêze

Mueyed El Icêlî yê ji Reqayê mala xwe kir muzexaneyeke biçûk ku tê de gelek tiştên folklorî yên bajarê Reqayê bi cih bûne.
Ew hewl dide bi rêya berhevkirin û komkirina van tiştên kevnar çanda gelêrî biparêze.

Mueyed El Icêlî diyar kir ku hin tişt li gel wî hene ku temenê wan digihîje zêdetirî 100 salan û got:

“Ji zarokatiya xwe ve min gelek tiştên ku li malan nedihatin bikaranîn, berhev dikirin û diparastin.

Dema ku ez bibînim tiştên wiha kultûrî tê telif kirin an jî pîşeyeke kultûrî winda dibe ez xemgîn dibim.

Li gel min qumaşên ku bi destan li ser hatiye neqşkirin jî hene.

Ji bo parastina dîrok û reseniya herêmê van tiştên kevnar berhev dikim.”

Di dawiya axaftina xwe de El Icêlî bang li şêniyên Reqayê kir ku van tiştên kevnar biparêzin, ji ber ku yên kevnarên wan tune be, niha pêşeroja wan jî tune ye û got:

“Ev tiştên kevnar nasnameya me ya Reqayê ne.”

Back to top button