Li herêmê çalakiyên pîrozkirina 8’ê Adarê

Piştî du rojên din 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî ye.
Ji bo pêşwazîkirina vê rojê çalakiyên curbicur hatin lidarxistin.
Şahî, pêşengeh û semîner hatin lidarxistin û bi beşdariya gelek sazî û navendan pêngavên paqijkirinê pêk hatin.
Kongra Star jî bo jinên Cîhanî peyamek weşand û got: Em 8’ê Adarê veguherînin şoreşa jinan a cîhanî.

Bi armanca pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li herêmê gelek çalakî têne lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de jinên li Qamişlo bi boneya 8’ê Adarê şahiyek li darxistin.

Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava jî bi beşdariya bi dehan mamoste û xwendekar şahiyek li zanîngehê lidarxistin.

Li vir jî bi boneya Roja Jinan a Cîhanê endamên Kongra Star, saziyên sivîl, xizmet guzarî, şêniyên navçeya Çil Axa û Şaredariya Gel dest bi paqijkirina navçeyê kirin.

Li navçeya Şedadê ya girêdayî Hesekê şahiyek bi heman armancê pêk hat.

Di şahiyê de bal hate kişandin ser rola jinê ya di şoreşa Rojava de û wiha hate gotin:

“Jinên li herêmê li ser bingeha fikrên rêber Apo xwe ji hemû qeyd û bendan rizgar kir û pêşengtî ji vê şoreşê re kir.”

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn jî bi boneya rojê li navçeya Amûdê pêşengehek vekir.

Di pêşengehê de 25 tablo, destkariyên jinan û pirtûkên Rêber Apo hatin pêşandan.

Li aliyekî din li Kobanê jî ji bo pêşwazîkirina 8’ê Adarê Kongra Star vê sibehê kolan û deverên giştî xemilandin.

Weqfa Jina a kantona Firatê jî pêşengehek lidar xist.

Meclisa Kombnûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê jî bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê hemleyek paqijiyê li dar xist.

Meclisa Jinan a Sûriyê jî derbarê 8’ê Adarê de semînerek li taxa Şêmeqsûd da:

Di semînerê de wiha hate gotin:

“Divê jin bi berpirsyariya xwe ya dîrokî hest bikin û bibin çavkaniya aştî û ewlehiyê.”

Li kantona Cizîrê bi meşên girseyî 8’ê Adarê hat pîrozkirin

Back to top button