Li kantona Cizîrê bi meşên girseyî 8’ê Adarê hat pîrozkirin

Li Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê, Dêrik û Til Hemîsê bi boneya 8’ê Adarê meşên girseyî ji aliyê jinan ve hate lidarxistin.
Jinên ku bi coş û kelecan beşdarî meşan bûbûn diyar kirin ku ew ê li ser bingeha firkir û felsefeya Rêber Apo asta têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanî li Qamişloyê meşek hate lidarxistin.

Piştî meş veguherî mêtingê wiha hate gotin:

“Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya xwe çalakiyan dewam bikin.”

Li navçeya Tirbespiyê jî bi sedan pêkhateyên navçeyê yên Kurd, Ereb û Suryan meşek li dar xistin.

Di meşê de jinan soza domandina rêya têkoşînê heta bidestxistina mafên hemû jinan dan.

Li vir jî jinên li Girkê Legê qad bi rengê xwe xemilandin.

Her wiha li Dêrikê jî jinan 8 ‘ê Adarê bi meşekê pîroz kirin.

Jinê tev li meşê bûbûn diyar kirin ku ewê bi fikrên Rêber Apo li hember her cure êirşan bisekinin û hebûna xwe misoger bikin.

Jin li Til Hemîsê jî bi heman armancê daketin qadan û meşek lidarxistin.

Li vir jî hate gotin:

“Jin bingeha parastina civakan e, ji ber wê jî pêwîst e em asta zanîn, rêxistin û têkoşîna xwe bilind bikin.”

Kongra Star: Em 8’ê Adarê veguherînin şoreşa jinan a cîhanê

Back to top button