Keştiyek binav bû, 34 penaberan jiyana xwe ji dest da

Komek penaber ku dixwestin di ser Deryaya Spî re biçin Ewropayê, binav bûn. Ji ber binavbûnê 34 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li peravên Kerkennahê ya Tûnisê, keştiyek ku penaber hildigirtin, binav bû.

Hat gotin, piraniya yên di keştiyê noqbûyî de, jin û zarok in.

Li gorî yek ji rayedarê bajarê Safekesê Mûrad Turkî, heta niha wan xwe gihandiye cenazeyê 12 kesan.

Sêşemê jî cenazeyê 22 kesan hatibû dîtin. Diyar bû, yên mirine 23 jê jin, 2 jê zarok in.

Tê gotin, di keştiyê de 53 kes hebûn û piraniya wan jî ji welatên Afrîkaya Sehrayê ne.

Back to top button