Rêveberiya Xweser li Reqayê civîna xwe ya 3. li dar dixe

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser li Reqayê civîna xwe ya 3’yemîn îro dest pê kir..
Civîn 3 rojan dewam wê dewam bike.

Civîn bi beşdarbûna hevserokên Meclisa Rêveber, Cîgirên hevserokatiyê, Nûnerên 7 Rêveberiyên Sivîl û Hevserokên Desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.

Civînê bi axaftina hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mihbaş dest pê kir.

Rapora rewşa siyasî hat xwendin û işaret bi berxwedana QSD’ê li dijî Daiş’ê hat kirin..

Di raporê de behsa gelek mijarên mîna dijminatiya hikûmeta Şamê ya li dijî Rêverbiya Xweser, rola dewleta Tirk di piştgirya terorê de hat kirin..

Paşê, li ser kar û xebatên meclisê nîqaşan dest pê kir.

Back to top button