Tevî ku nîşaneyê vîrûsê heye jî girtî nayên derman kirin

Di girtîgehên Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk girtiyên siyasî bi mirinê re rû bi rû hiştiye.

Tevî ku nîşaneyên vîrûsê li ser girtiyan xuya dike û pastatarên girtîgeha Şakranê coronayê ketine jî ji bo girtiya test nayê kirin.

Hin girtiyên siyasî jî dibêjin ku, ew belxema xwînê davêjin û rewşa wan ne baş e, lê belê dîsa Dewlet xemsar e.

Gelek girtiyên li Tirkiyê belema xwînê davêjin, rewş wan giran e, lê tevî hebûna nîşaneyên Coronayê dewlet rêbazên xweparastin pêşkêş nake..

Ev agahiyên herî dawî ku Umut Şavaş ji Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê bi riya telefonê ji malbata xwe re ragihandiye..

Gamze Yîgît El: Li dijî vîrûsê tedbîr nayê girtin

Di heman çarçoveyê de û bi heman rêbazî, girtiya siyasî Gamze Yigitel ji girtîgeha tîpa M a bajarê Bayburt eşkere kir ku, ti tedbîr nayên girtin û devpoşk û lepik li wan nayên belavkirin..

Pastarên girtîgeha şakranê bi Coronayê ketine

Ev siyaseta Dewleta Tirk di wextekê de ku agahiyên hebûna Corona li girtîgehan tên parvekirin, derdikeve holê..

Parlamenterê CHP’ê Atîlla Sertel, li ser hesabê xwe yê medya civakî, ragihand ku pasdarine Girtîgeha Tîpa T a Şakranê bi vîrûsê ketine û divê test werin çêkirin..

Bi awayeke keftî girtiyê ku cezayê wî xilas bûye nayê berdan

Li aliyekî din dîsa Hikûmeta AKP’ê girtiyan ji mafê wan bêpar dihêle..

Li gorî agahiyan Girtiyê bi navê Eşref Kaya ev 10 sal in bi rengekî nehiqûqî girtîgeheke Stenbolê de girtiye û tevî wezreta Dadê fermana berdanê daye jî, lê qaşo ji ber cezayên disiplînê Kaya nayê berdan..

Back to top button