Trump: Idiayên Çînê yên çavkaniya Corona bi guman in

Tevî ku li Amerîka rewş aloz e, lê belê lîderên vî welatî hîna hev tewanbar dikin.

Trump dibêje tiştên ne ji rêzê çêdibin û ew ê rastiya Çînê ya derxistina Vîrûsa Coronayê eşkere bikin.

Li hember wê jî, hevrikê Trump Joe Biden serokê heyî tewnbar dike û wî weke sedema belavbûna Coronayê destnîşan dike.

Serokê Amerîka Donald Trump ji bo Vîrûsa Coronayê careke din tiliyên tewnbariyê nîşanî Çînê da.

Trump di daxuyanieyeke çapemniyê de ragihand ku, agahiyên derketina vîrûsê ji taqîgeheke Çînê aqilane ne û wê di demeke kin de vê mijarê piştrast bikin.

Serokê ku welatî wî herî zêde ziyan ji Coronayê dîtiye, idiyayên Çînê yên derketina Vîrûsê ji şevşevokan bi guman dibîne û got gelek tiştên ne ji rêzê çêdibin û wê her tişt xuya bike”

Berî wê jî heman Trumpî hemû destek û alîkarî ji bo rêxistina tenduristiyê ya Cîhanî rawestandibû û ew bi sedema mirina bi hezaran kesî tewanbar kiribû.

Biden: Trump sedema belavbûna Corona li Amerîkayê ye

Lê belê li hemberî wê jî, Joe Biden berbijrêrê demokrat ji bo serokatiya Amerîka Trump bi sedema krîza li welat bi nav kir û ev jî spart paşguhkirina şîretên pisporên Amerîkî û baweriya Trump bi lîderên Çînê..

Li gorî Biden, “Serokê heyî xwe ji ber cezakirina Çînê dide aliyekî, tevî ku ew sedema rewşa welat ya niha ye.”

Bîlançoya dawî ya li Amerîka jî 700 hezar û 282 pêketî û 36 hezar û 773 mirî ye li gorî zanîngeha “Jhons Hopkins”.

Back to top button