Meclisên Gel ên Reqa: Divê dewleta Tirk pabendî lihevkiriên navneteweyî be

Saziyên sivîl ên gundewarên Reqayê bi daxuyaniyên cuda siyasetên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û destnîşan kir ku divê dewleta Tirk pabendî lihevkirinên navneteweyî be.
Berdevkê Rûspiyên Minbicê Mihemed El-Isêdî jî tekez kir ji bo dewleta Tirk şikestana xwe ya di warê leşkerî de binixumîne, dest bi sûcan kiriye û rêjeya ava Firatê kêm kiriye.

Ji 27’ê Çileya derbasbûyî ve dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê li ser Sûriyê kêm kiriye.

Di encama kêmkirina avê de, saetên dayîna kehrebê kêm bûne, zirar gihaşt qada çandiniyê û gelek aliyên din jî zirar dîtine.

Ji bo şermezarkirina siyasetên dewleta Tirk, endamên şaredarî û meclisa giştî ya gundewarên bakurê Reqayê daxuyanî dan û gotin:

Dewleta Tirk bi hinceta parastina sînorên xwe bi rêbazên dijmirovî axa Sûriyê dagir kir.

Dar qut kirin, şêniyên resen dan koçberkirin û gelek sivîl girtin û îşkence kirin.

Hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi rêya avê şerê herêmê dike.

Her wiah bi dehan şêniyên gundewarên Reqayê, cotkar û endamêm meclisên herêmî li ser berava çemê Firatê kom bûn û daxuyaniyek dan raya giştî.

Di daxuyaniyê ev tişt hat gotin:

“Dijminatiya Tirkiyê ya li hemberî gelê Sûriyê li ser kesekî nayê veşartin.

Ji bo têkbirina vîna gelên herêmê bi hemû rêbazên wêraniyê şerê herêmê dike.

Ji ber sûcên dewleta Tikr asta çemê Firatê kêm bû, stasyonên kehrebeyê nema dikarin kehrebeyê derxin, ava pêwîst ji bo avdana zeviyan kêm bû û heta stasyonên ava vexwarinê jî rawestînin.

Ev yek nîşaneyên rûdana keraseteke mirovî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

Dawiyê bang li tevahî saziyên hiqûqî hat kirin ku li hemberî dewleta Tirk bisekinin û zextê lê bikin da ku avê berde.

Back to top button