Artêşa Tirk bi balafirên bêmirov û obîsan êrişî gundên Minbicê kir

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirekr gundê Buwêhic ê Minbicê bombebaran kir.
Hewextî wê jî dagirkeriyê bi obîsan gund topbaran kir.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî bi raya giştî re parve kir.

Navendê diyar kir ku balafireke bêmirov ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundê Buwêhic ê li rojavayê Minbicê bombebaran kir.

Hemwextî jî gundên Buwêhic û Til Torîn bi obîsan hatin topbarankirin.

Têkildarî ziyanên canî û madî agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Dagirkeran gundên Şehba, Bab û Minbicê topbaran kirin

Back to top button