Li kantona Cizîr û Tebqayê pêngava komkirina îmzeyan berfihre dibe

Li herêmê pêngava komkirina îmzeyan ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi coş didome.
Li Tebqa, Şedadê û Dirbêsiyê îzme hatin komkirin.
Kesê ku Îmzeyan xwe didin banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

9’ê Sibatê ji aliyê Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Bakur û Rojhilatê Sûrî pêngava komkirina îmzeyan destpêkir.

Di vê çaroveyê de, komkirina Îmzeyan li Tebqa dewam dike.

Komîteyên komkirina îmzeyan heta niha li bajarokê Mensûra 35 hezar îmze kom kirine.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Mensûra Mihemed El Mehmûd diyar kir ku komîte dê heta 4’ê Nîsanê xebatên xwe bidomînin.

Li Şedadê jî meclisa navçeyê bi rêya komîteyên xwe 15 roj e îmzeyan kom dikin.

Komîte erkên xwe li gundê Seraciyê yê navçeya Deşîşe dewam dikin ku 100 hezar îmze kom bikin:

Şêniyê bi navê Mihemed Ebdurezaq ê ji gundê Seraciyê axivî û got:

“Em şêniyên Deşîşa bi komîteyan re hevkar in.

Ev erkeke me ye ku di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî de beşdar bin.”

Ji 13 rojan ve komîte li Dirbêsiyê komkirina îmzeyan dewam dikin.

Komîte li tax û gundên Dirbêsiyê îmzeyan kom dikin.

Komîteyan berê xwe da Komîngeha Şehîd Asim a li taxa rojhilatê navçeyê.

Berdevkê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê Ferzende Mûnzûr axivî û diyar kir ku heta niha zêdetirî 1,5 milyon îmze hatine komkirintêkildarî pêngavê axivî.

Li hember hemleya komkirina îmzeyan şênî bi coşeke mezin pêşwaziyê dikin.

Li kantona Cizîrê pêngava komkirina îmzeyan dewam dike

Back to top button