Şerê li Xezayê 151 roj li pey xwe hişt

Encama şerê li Xezayê roj bi roj girantir dibe.
Hat ragihandin ji duh heta îro gelek kes di êrişên Îsraîlê de mirin û birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê jî hejmara zarokên ku ji ber birçîbûnê mirin derket 16’an.

Şerê li Xezayê yê di navbera Hemas û Îsraîlê de 151 roj li pey xwe hişt.

Rojane bi dehan kes di vî şerî de dimirin û birîndar dibin.

Zêdeyî nîvê bajêr wêran buye û nêzî mîlyon û nîv kes jî bajêr terikandine.

Ji duh heta îro li gelek deverên bajêr şer û êrişan dewam kirin.

“Di êrişên hêzên Îsraîlê de bi dehan kesên din mirin”

Li gorî çapemeniya Filistînê di êrişa ezmanî a artêşa Îsraîlê ya li dijî devereke li Kampa Penaberan ya Cibaliye de 7 kes hatin kuştin.

Her wiha hate diyar kirin di êrişa li dijî avahiyeke li herêma Beyt Lahya de jî 2 kes hatin kuştin.

Ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve hejmara kesên li Xezayê hatin kuştin 30 hezar 500 derbas kir û zêdeyî 71 hezar kes jî birîndar bûne.

 Artêşa Îsraîlê li Şerîa Rojava bi ser malan de girt

Li aliyê din hate ragihandin artêşa Îsraîlê şevê din li Şerîa Rojava bi ser gelek malan de girtiye.

Hate diyar kirin di serdegirtinan de gelek kes hatine binçavkirin.

Li Xezayê ji ber birçîbûnê hejmara miriyan zêde dibe

Li aliyê din hat diyar kirin ji ber rewşa şer li Xezayê xeteriya birçîbûnê jî zêde dibe.

Tê diyar kirin ji ber hêzên Îsraîlê destûrê nadin ku alîkarî derbasî nava bajêr bibe karesata birçîbûnê diqewime û herî zêde jî bandor li zarokan dibe.

Li gorî daxuyaniya rêveberên Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê hejmara zarokên ku ji ber birçîbûnê mirin derkete 16’an.

Di roja 150 ya şerê li Xezayê de gelek kes mirin û birîndar bûn

Back to top button