2022’an jimara koçberên serlêdana ye kirî gihişt mîlyonekî

Di demkî ku Yekîtiya Ewropayê li ser planeke nû ya koçberiyê gotûbêj dikir de, daneyên penaberiya ya sala 2022’an hate weşandin.
Li gorî raporê nêzîkî 1 milyon serlêdanên penaberiyê ji bo welatên Ewropayê hatine kirin.
Almanya welatê yekem yê herî zêde serlêdan lê hatiye kirin.

Ajansa Penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUAA) têkîldarî rewşa penaberiyê daxuyaniyek da.

Ajansê ragihand ku di sala 2022’an de nêzîkî 1 milyon serlêdanên penaberiyê ji bo welatên Ewropayê hatine kirin.

Di sala borî de 996 hezar serlêdan hatibûn kirin.

Ev daneya serlêdanê li gorî sala 2021’ê ji sedî 53’ê zêde bûye.

Li gor nûçeyên Almaniyayê, herî zêde ji Sûriye, Efxanîstan, Tirkiye, Venezuela û Kolombiyayê serlêdana penaberiyê têkirin.

Jimara herî zêde dixwazin biçin Almanya

Di nava welatê ku herî zêde serlêdan bo wê hatiye kirin de Almanya heye.

Li pey wê jî Fransa, Spanya, Awûstûrya û Îtalya tên.

Ji aliyê din ve hat destnîşankirin ku bi qasî 4 milyon kesên ji ber şerê li Ukraynayê reviyane li Yekîtiya Ewropayê (YE) dimînin.

Ev dane di jimara serlêdanên penaberiyê yên sala borî de cih nagirin.

Ajansê destnîşan kir ku li hin welatan ji ber jimara zêde a penaxwazan zexteke cidî li ser navendên pêşwazîkirinê heye.

Ev rapor di demekî de hate weşandin ku Yekîtiya Ewropayê li ser planeke nû ya koçberiyê gotûbêj dikin.

Herî dawî YE biryar girtibûn ku her dewletek hejmareke diyarkirî ya koçberan qebûl bikin.

Berovajî vê yekê welatên ku naxwazin koçberan qebûl bikin wê serê her koçberekî 20,000 euro bidin welatên ku penaberan digirin.

Wê demê Macaristan û Polonya li dijî biryarê derketibûn.

Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban hefteya borî ji televizyona dewletê re gotibû, ew ê biryarê bi cih neynin.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz jî baweriya xwe bi biryarê anîbû ziman.

Back to top button