Li ser êrişên domdar yên dagirkeriyê Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku dewleta Tirk pêşî li şaneyên DAIŞ’ê vedike û hewl dide awlehî û aramiya herêmê xerab bike.
Rêveberiyê bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk xwedî sekneke zelal be.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û alîkarîdayîna DAIŞ’ê ji bo jinûve xwe birêxistinkirina li herêmê û tevahî Sûriyê û cîhanê daxuyaniyek da.
Rêveberiya Xweser: Êrişkirin û hedefgirtina şêniyên herêmê sûcekî şer e
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li dijî herêmê têkçûna xwe ya navxweyî vedişêre.
Rêveberiyê da zanîn ku êrişkirin û hedefgirtina herêmê û şêniyan, sûcên şer in û wiha got:
“Dewleta Tirk li hemberî istîqrara ku li herêmê pêk hatiye, piştevaniya rêxistina terorîst DAIŞ’ê dike”
Rêveberiya Xweser: Divê hêzên naveteweyî li hemberî êrişên DAIŞ’ê helwesteke zelal nîşan bide
Rêveberiyê destnîşan kir ku hêzên navneteweyî li dijî êrişên DAIŞ’ê helwesta xwe zelal bike û xwest ji bo pêkanîna ewlehiya herêmê bi erka xwe rabe.”
Her wiha bal kişand ser êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Moskovê û xeteriya wê li tevahî cîhanê û ev tişt anî ziman:
“Geşedanên heyî yên li herêmê û cîhanê gelek xeter in.
Divê civata navneteweyî stratejiyeke cidî diyar bike û ji bo tunekirina jêderên terorê bi Rêveberiya Xweser re bibe alîkar.”
Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniya xwe de soz da ku bi tevahî rêbazan destkeftiyên gel û ewlehiya herêmê biparêzin û hêviyên gel ên demokrasî, edalet û wekheviyê pêk bînin.