Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû encamên hilbijartinê nirxandin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû encamên hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nirxwand û got: Di hilbijartinê de Kurd û hêzên demokrasiyê bi ser ketin, mejiyê qirker têk çû.
Karasû diyar kir ku gelê Kurd polîtîkaya qeyûm û şer bi erdê re kir yek û anî ziman ev yek di heman demê de li hemberî êrişên li ser qadên gerîla û Rojavayê Kurdistanê bû sekneke têkoşînê ya gelê Kurd.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû encamên hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji ANF’ê re nirxand.

Mûstafa Karasû encam weke serketina Kurdan û hêzên demokrasiyê pênase kir û destnîşan kir ku mejiyê qirker têk çûye.

Mustafa Karasû: Kurd û hêzên demokrasiyê bi ser ketin, mejiyê qirker têk çû

Karasû balkişand ser hîlebaziya desthilata AKP-MHP’ê ya di hilbijatinan de û got:

“Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê di bin êrişên giran de xwest di hilbijartinê de derbekê li gelê Kurd bixe.

Lê belê berevajî vê yekê DEM Partî bi gelê Kurd û dostan di hilbijartinên xwecihî de derbeke giran li vê desthilatdariya faşîst xist. ”

Karasû: Gelê kurd polîtîkaya qeyûm bi erdê re kir yek

Karasû balkişand ser polîtîkayên qirêj yên dewletê ku bi riya qeyûman dike û diyar kir ku gelê Kurd di hilbijartinên xwecihî de derbeke giran li vê polîtîkayê daye.

“Ev yek di heman demê de li dijî zextên giran, li hemberî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojavayê Kurdistanê bû sekneke têkoşînê ya gelê Kurd.
Zêdekirina hejmara leşker û polîsan, bikaranîna Huda Parê û wergirtina piştgiriyê ji Kurdên noker, ti encam bi xwe re neanî.”

Karasû: Di serkeftinên heyî de rola jinan gelekî mezin e

Di dewamê de Karasû destnîşan kir ku jinan mohra xwe li vê pêvajoya hilbijartinê xistin û got:

“Eger rol û bandora jinê neyê nirxandin wê kêm bimîne. Divê her şoreşger û demokrat vê rastiyê bibîne. Di pêşketina azadî û demokrasiyê de ya li Kurdistanê, di serketina siyasî û guhertina jiyanê de rola jinê mezin e. Nirxandineke siyasî, civakî û îdeolojîk a ku vê rastiyê nebîne wê ne rast be.”

Mustafa Karasû: Li Tirkiyê jî faşîzma AKP-MHP’ê têk çû

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû her wiha balkişand ser binketina desthilata AKP’ê ya li bajarên Tirkiyê jî û ev tişt anî ziman:

“Faşîzma AKP-MHP’ê bi avakirina serdestiya xwe ya li bajarên metropolan bi taybetî li Stenbol, Enqere, Îzmîr û Çukurovayê xwest rejîma yek zilamî ya faşîst ku ava kiriye bi temamî bide rûnişkandin. Lê belê gelên Tirkiyê bi helwesta xwe ya destekkirina mûxalîfan re, pêşî li vê plana faşîst girtin.”

Back to top button