KCK: Berxwedana xelkê Wanê Şoreşek e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê berxwedana xelkê Wanê weke şoreşek pênasekir û got:
“Berxwedana xelkê Wanê şoreşek e.
Xelkê Wanê, bi şêweyê nû yê serhildanê ku bi temamî bi hişmendî, vîn û dînamîkên xwe yên siyasî pêş xistiye, di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de pêşiya merheleyek nû vekiriye.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hewldana desteserkirina vînê ya li Wanê daxuyani da.

KCK’ê berwedana gelan taybet jî xelkê wanê slavkir û got:

“Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê yê têkçûna xwe qebûl nekir, hewl da vîna xelkê Wanê desteser bike.

Ev hewldan di encama berxwedanê de hatiye astengkirin û vala derxistin.

Berxwedan û serketina dîrokî ya li Wanê pêk hat, di encama hevgirtin û keda hemû gelên Tirkiyeyê de bû.

Em vê berxwedana mezin, watedar û dîrokî ya gelan pîroz dikin û silav dikin.

Serketina li Wanê serketineke rasteqîn a demokrasiyê ye.”

KCK: Hesabê faşîzmê bi ser neket, berxwedana gelan hesabê wan xira kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşankir ku hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê rewşeke nû derxistiye holê û wiha pêde çû:

“Hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê li Tirkiyeyê rewşeke nû derxist holê.

Zext û hîle encam negirt û faşîzma AKP-MHP’ê têk çû. Yên bi ser ketine gel û hêzên demokrasiyê ne.

Eger li Wanê bi ser bixista, wê gav bi gav li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk bianiya. Lê belê ev hesabê faşîzmê bi ser neket û hevgirtin û berxwedana gelan ev hesab vala derxist.

KCK: Xelkê Wanê bi şêwaza nû ya serhildanê re qonaxeke nû da destpêkirin

KCK’ê berxwedana xelkê wanê weke şoreş pênasekir û got:

“Xelkê Wanê berxwedaneke bê hempa raber kir û derbeke mezin li faşîzmê xist.

Berxwedana xelkê Wanê ku di 2’ê Nîsanê de dest pê kir û di 3’ê Nîsanê de bi serketinê bi encam bû, şoreşek e.

Xelkê Wanê, bi şêweyê nû yê serhildanê ku bi temamî bi hişmendî, vîn û dînamîkên xwe yên siyasî pêş xistiye, di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dest bi merhaleyek nû kiriye.

Em vê berxwedan û şoreşa bê hempa ya xelkê Wanê pîroz dikin û silav û rêzên xwe diyar dikin.”

KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir:

“Ligel xelkê Wanê em hemû gelê Kurd ê li hemû bajarên Kurdistanê ji bo piştgiriya Wanê li ber xwe dane pîroz û silav dikin.

Bi vê hêvî û baweriyê em bang li gelan û hêzên demokrasiyê dikin ku yekîtiya xwe xurt bikin.”

Neslîhan Şedal: Ji niha û pê de tu kes nikare vîna we xesp bike

 

Back to top button