KCDK-E: Serhildan û têkoşîna li Wanê mîladek e

KCDK-E’yê serhildan û têkoşîna li Wanê weke mîladekê binav kir û bang li her kesî kir ku têkoşînê li her derê mezin bikin.

KCDK-E’yê jî derbarê heman mijarê de daxuyanî da.

KCDK-E’yê anî ziman ku serhildan û têkoşîna li Wanê mîladek e û got:

”Gelê Kurd dît ku dikare bi serhildan û têkoşînê bi ser bikeve.’

Serkeftina li bajarên Kurdistanê ya di hilbijartinên xwecihî de rejîma Erdogan ber bi hilweşînê ve aniye.

Gelê me ku di hilbijartinan de serkeftineke mezin bi dest xist, derseke dîrokî daye tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê.

Berxwedana dîrokî ya li hemû bajarên Kurdistanê hewldana darbeyê ya AKP û MHP’ê pûç kiriye.”

KCDK-E’yê anî ziman ku 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo weke roja vejînê bûye destpêka qonaxa nû ya pêngavê û got:

“Hebûn û yekîtiya civakî ya gelê Kurd di pêşengtiya Rêber Apo de derketiye bilindtirîn astê.

Em weke KCDK-E’yê bi vî ruhê têkoşînê, heya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê misogerkirin, bang li her kesî dikin ku têkoşîna xwe li hemû qadan mezin bikin.”

KCK: Berxwedana xelkê Wanê Şoreşek e

Back to top button