Endamtiya Swêd bo NATO: Hevdîtin wê meha Adarê despê bikin

Swêd dixwaze di zutirîn demê de bibe nedamê NATO.
Gotûbêjên piştî şewitandina Qur’anê ku rawestiyabû, disan despê dikin.
Serokwezîrê Swêdê got:
Hevdîtin wê di meha Adarê de careke din despê bike.
Macerîstan jî wê di despêka mehê de, endamtiya Swêd û Fînlandiya li parlamentoyê bêxe dengdan ê.

Hevdîtinên endamtiya NATO’yê yên ku piştî çalakiya şewitandina Qur’anê ya li Swêdê ji aliyê Tirkiyê ve hatibûn rawestandin, ji nû ve dest pê dikin.

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson ragihand ku hevdîtinên bi Tirkiyê re wê di nîvê Adarê de ji nûve dest pê bikin.

Kristersson ji weşana giştî ya Swêdê SVT re axivî û got;

Roja hevdîtinê heye, lê ew li benda erêkirina aliyê Tirk in.

Swêd û Fînlandiyayê piştî êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna, dev ji polîtîkaya xwe ya bêalîbûna leşkerî berdabûn.

Vanb welatan 18’ê Gulanê ji bo endamtiya NATO serlêdan kiribûn.

Deshilata rejîma Tirkiyê ya vê yekê weke kaxezekê bikar tîne, dixwaze mafê mixalîfên Tirk yên li wî welatî radestî wan were kirin.

Di çarçoveya Lûtkeya NATOyê ya ku meha Hezîrana sala borî li Madrîdê hat lidarxistin de di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê de peymaneke sêalî ya lihevkirinê hatibû îmzekirin.

Ev mijar di hevdîtina Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Antony Blinken ya li gel hempîşeyê xwe yê Tirk Mewlud Çavuşoglu de careke din hat rojevê.

Li Macerîstanê pêvajoya erêkirina parlamentoyê dest pê dike

Ji bo ku Swêd û Fînlandiya beşdarî Hevbendiyê bibin, razîbûna her 30 endamanên NATO yê pêwîst e.

Li gel Tirkiyê, parlementoya Macarîstanê hîn endamtiya Swêd û Fînlandiyayê erê nekiriye.

Macarîstanê dengdana ku diviyabû di meha Kanûnê de bihata kirin taloqî meha Sibatê kir.

Li gor salnameya rûniştina parlementoya Macaristanê ku duh hat eşkerekirin, pêvajoya dengdana navborî wê roja çarşemê hefteya bê dest pê bike.

Li gorî salnameya ku li ser malpera meclîsê hatiye weşandin, piştî civînên Lijneya Giştî wê di navbera 6 û 9’ê Adarê de ji bo her du welatan dengdana cuda bê kirin.

Back to top button