Serokwezîrê Spanya Sanchez li Kîevê ye

Rêveberiya Ukrayna li dijî plana aştiyê ya Çîn amade dike, helwesta xwe diyar kir û got:
Dema ev plan dihat amadekirin, bi wan re nehatiye şêwirandin.
Serokwezîrê Spana Sanchez jî li Kîevê peyama piştevaniyê da.

Ukrayna saleke li dijî êrişên Rûsya li ber xwe dide.

Dema vê yekê dike jî piştevaniyek pir xurt ji welatên rojava digre.

Li rojhilatê welat şerê dijwar bîlançoya şerekî giran li pey xwe dihêle.

Ji despêka şer heta niha di navbera Rûsya û Ukraynayê de, bêtirî 2 hezar girtiyên şer bihev hatine guhertin.

Spanyayê ragihand ku ew ê di dawiya meha Adarê an jî di destpêka Nîsanê de 6 tankên tîpa Leopard 2 bişînin Ûkraynayê.

Serokwezîrê Spanya Pedro Sanchez di rojên dawî yên salvegera yekem a êrişa Rûsya li ser Ukrayna de, serdana Kîevê kir.

Sanchezê ku bi balafira hêzên hewayî yên Spanyayê çû Polonyayê, bi trênê derbasî Kîevê bû.

Sanchez piştî 21’ê Nîsana 2022’an cara duyemîne serdana Kîevê dike.

Beriya hevdîtina xwe ya li gel Serokkomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky serdana hin bajarên ku ji ber êrîşên Rûsyayê zirar dîtine bike.

Spanya 6 tankên Leopard 2 dişîne Ukraynayê

Wezîra Parastinê ya Spanyayê Margarîta Robles ragihand ku ew ê di dawiya meha Adarê an jî di destpêka Nîsanê de 6 tankên tîpa Leopard 2 bişînin Ukraynayê.

Ukrayna: Çîn dema plana aştiyê amade dikir bi mere ne şêwirî ye

Ji niha de Ukraynayê hêviyên xwe yên ji plana aştiyê ya Çîn amade dike qut kiriye.

Rêveberan bi şertê ku navê wan neyê eşkerekirin tevî AFP ji gelek dezgehên çapemeniyê re axivîn.

Rayedarê Ukraynayê hişyarî da ku her planeke aştiyê divê “xetên sor” ên ku ji aliyê Kîev ve hatine danîn derbas neke.

Yek ji van xetan ya herî sereke jî yekparçebûna xaka welat e.

Beriya niha jî Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky eşkere kir ku li ser ti xaka Ukraynayê wê tawîz neyê dayîn.

Çînê ragihand ku ew ê vê hefteyê pêşniyara xwe ya ji bo “çareseriya siyasî” ragihîn e.

Kuleba: Em ji bo lêkolîna berfireh li benda nivîsa plana Çînê ne

Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmîtro Kuleba ku duh li Almanyayê bi Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yî re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku Wang têkildarî hêmanên bingehîn ên plana aştiyê ya Çînê agahî daye.

Kuleba got,

“Em ji bo lêkolîneke berfireh li benda vê nivîsê ne.

Ji ber ku em nikarin tenê ji îfadeya devkî encaman derxin.”

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku Çînê bi rêya Wang Yî nêrîna xwe ya “çareseriya siyasî” ew agehdar kiriye.

Back to top button