Li Tacekistanê bi pileya 7,2 erdhej pêk hat

Tacekistan bi erdhejeke pileya 7,2 hejiya.
Erdhej li bakur-rojavayê Çînê jî bi bandor hat hîskirin.

Erdheja li Tacekistanê li welatên sînor jî bandor kir.

Navenda Tora Erdhejê ya Çînê (CENC) daxuyaniyek da.

Li gorî navendê li nêzî sînorê Herêma Xweser a Sîncanê ya Uygûr a li bakurê rojavayê Çînê û Herêma Xweser a Çiyayî ya Bedaxşanê ya li rojhilatê Tacîkistanê erdhej bi lerza 7,2 çêbû.

Ji aliyê din ve Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) mezinahiya erdhejê 6,8 ragihand.

Navenda erdhejê 67 kîlometre li rojavayê bajarê Murghob ê li aliyê sînorê Tacîkistanê ye.

Hat ragihandin ku erdheja dijwar li Herêma Xweser a Sincian Uygur a Çînê û welatên cîran jî hat hîskirin.

Di erdheja li Tacekistanê de ti ziyanên canî pêk ne hatin e

Ji ber erdhejê heta niha tu ziyanên canî çênebûne.

Hat ragihandin ku lêkolînên ji bo tesbîtkirina xisarên li herêmê hatine destpêkirin dewam dikin.

Rayedarên Tacîkistanê ragihandin ku heta niha ti nîşanek nîne ku Gola Serezê jî ji erdhejê bandor bûye.

Medyaya dewletê ya Çînê jî eşkere kir ku trênên rêwiyan ên li beşa Aksu-Kasgarê dixebitin seferên xwe dane sekinandin.

Li gorî medyaya Tacikistanê, li paytext Duşanbeyê jî erdhejê bi kûrahiya 10 kîlometreyan hat hîskirin.

Çapemeniya Tacîkistanê jî nivîsand ku di bûyerê de heta niha ti ziyanên canî çênebûne.

Tacîkistan ku li herêmeke ji bo felaketên xwezayî hestiyar e, ji bûyerên wek lehî, erdhej, şimitî û barîna berfê ne xerîb e.

Di encama barîna berfê ya li welat de heta niha 13 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hat ragihandin ku di berfa ku li Çiyayê Herêma Xweser a Bedahsanê rû da de 12 kes birîndar bûne.

Back to top button