Li Georgia Biden û li Bakurê Carolina Trump bi ser ket

Di hilbijartina Serokatiyê ya DYA’yê de encama 2 eyaletên din jî zelal bûn. Li Georgia Biden û li Bakurê Carolina Trump biserket.

Li gorî daneyên dawî yên di çapemeniya Amerîkayê de hatine weşandin, Namzetê Partiya Demokrat Joe Biden bi girtina ji sedî 49,52’an eyaleta Georgia qezenc bike.

Biden bi qezenckirina Georgia re karî 16 delegeyên din li ser jimara yên berê zêde bike û bi vê yekê re jimara giştî ya delegeyên Biden gihişt 306’an.

Serokê DYA yê niha li ser erk Donald Trump jî li herêma Bakurê Carolina karî ji sedî 50 denga bidest bixe û serkeftina xwe ya li herêmê ragihand.

Li eyaleta bakurê Carolina jî 15 delege hebûn.

Bi van daneyên dawiyê re, jimara delegeyên Biden bû 306 û ya Trump jî di 232 an de ma.

Alîgirên Trump jî bi îdiaya ku di hibijartinê de nelirêtî pêk hatine li paytext Washington û gelek eyaletan daketin kolanan.

 

 

Back to top button