Azerbeycan: Leşkerekî me hate kuştin û yek birîndar bû

Li herêma Axdam a Qerebaxê, di encama êrîşeke çekdarî de leşkerekî Azerbeycanê hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê, doh li herêma Hocavend ya Axdanê komeke ji 6 Ermeniyan pêk tê êrîşî hêzên wan kirine.

Wezaretê diyar kir ku di encama êrîşê de, leşkerekî wan hatiye kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Wezaretê herçiqasî pêkanîna êrîşê nesipart hêzên leşkerî yên Ermenîstanê jî lê dazanîn ku di dubarebûna rewşên bivî awayî de wê tevdîrên nû bigrin.

Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê ragihandibû ku di 13’ê Cotmehê de jî çekdarên Ermenî yên li herêmê mayîn êrîşî hêzên wan kiribûn.

Di encamê de, 4 leşker hatibûn kuştin û 2 jî birîndar bûbûn.

Piştî şerê 44 rojan ku navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de, 10’ê Mijdarê navbera aliyan de agirbest hatibû ragihandin.

Back to top button