31’ê Tabaxa 1996’an PDK kete pêşiya panzerên sedam Huseyîn û kete Hewlêrê

25 sal berê PDK’ê da pêşiya tank û topên rejima Sedam Husên kete Hewlêrê û êrişî YNK’ê kirin. Wê demê bi hezararn welatiyên Kurd bûn qurbaniyên vê hevkariya PDK’ê.
Heman PDK îro jî daye pêşiya dewleta Tirk a dagirker, sûc û komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan rewa dike û hevkariyê dike.
Yanî duh panzer û tankên Sedam bûn îro jî balafir û çekên kîmyewî yên dewleta Tirk in.

Di dîroka Kurdistanê de gelê Kurd gelek caran ji bo azadiya xwe li dijî dagirkeran serî hildane û li ber xwe dane.

Lê nexasim hin hêz û kesî jî timî cihê xwe li gel dijmin girtine û bûne sedemê hilweşandina têkoşîna ji bo rizgariyê.

Yek ji van hevkarên dagirkeran PDK bûye.

PDK tim li ser dika dîrokê bi vî rûyî cih girtiye û hevkarî bi dijminê gelê Kurd re kiriye.

Roja 31’ê Tebaxa 1996’an, ji wan yek rojên rûreş yê PDK’ê ye.

“Barzanî ji sedam xwest alîkarî bike”

PDK ji bo derxistina hêzên YNK’ê ji Hewlêrê, bi kujerê 5 hezar qurbaniyên Helebçeyê; rejîma Sedam Huseyîn re li hev dike.

22’yê Hezîrana 1996’an Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî nameyek ji Sedam Huseyîn re dişîne.

Piştî şandina vê namê çend rojan, Mesûd Barzanî diçe Bexdayê û li gel Sedam Huseyîn lihev dikin.

Li gorî vê lihevkirinê artêşa Baasê wê alîkariya PDK’ê bike ku Hewlêrê bigire.

Li beramber jî PDK’ê wê rê bide artêşa Baasê da ku li Hewlêr û Pîrmamê wê alîgir û karmendên muxalîf ên Iraqê bigire.

Sibeha 31’ê Tebaxê hêzên artêşa Baasê bi 30 hezar leşker û tevî tank û topan ji Kerkûk û Musilê ber bi Hewlêrê ve dikevin tevgerê.

Hêzên YNK’ê cara pêşî li ser rêya Guwêr-Hewlêrê dişikên.

Li ser vê yekê YNK Hewlêrê berdide û rejima Baasê jî Hewlêrê dagir dike.

Piştre Serokê YNK’ê Celal Talebanî jî hewara xwe digihijîne rejîma Îranê.

YNK bi piştevaniya Îranê Silêmanîyê kontrol dikin û heta nêzî Hewlêr diçin.

PDK û YNK’ê roja 17’ê ‘Îlona 1998’an li paytexta Amerîka li hev hatin

Piştî 4 salên şerê di navbera PDK û YNK’ê de, roja 17’ê Îlona 1998’an li paytexta Amerîka Washingtonê Mesûd Barzanî û Celal Talebanî bi amadebûna Wezîra Karên Derve ya Amarîkayê yê wê demê lihevkirinek îmze dikin û şer bi dawî dibe.

Zêdetirî 12 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan

Di encama êrîşa roja 31’ê Tebaxê de 450 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 200 kesan jî birîndar bûn.

Her wiha zêdetirî 100 kes jî wendabûn.

Di şerê navxweyî de kesên jiyana xwe ji destdane zêdetetirî 12 hezar in.

Ji bilî ku heta niha bi sedana kes wenda ne.

PDK’ê duh bi sedam re îro jî bi Erdogan re hevkariya xwe didomîne

Îro jî heman PDK dîsa ji bo parastina desthilatdariya xwe ketine pêşiya tank, panzer û dronên kujer ên dagirkeriya Tirk.

Ji xetên sînor ên Bakurê Kurdistan û Başûr bigire heta digihêje Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê dronên Tirk jin û zarok jî di nav de Kurdan qetil dike.

PDK êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser başûr û tevahî kurdan rewa dide nîşandan û hevkarî û xiyaneta xwe didomîne.

Back to top button