HPG’ê: Li Xakurkê û Metîna 16 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayan ji bo tolahildana êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengal, Mexmûr û Kifrî çalakî pêk anîn.
HPG’ê ragihand di encama çalakiyan de li Xakurkê û Metîna 16 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin,û 4 çeperên wan jî hatin rûxandin.
HPG’ê diyar kir li Zap û Metîna jî derb li 2 helîkopteran hate xistin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir dewleta Tirk a ku li pêşberî berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê xitimiye êrişî welatiyên Kurd ên sivîl dike û wiha got,

“Dewleta Tirk her ku ji gerîlayan derbê dixwe û planên dagirkeriyê bê encam dimîne êrişî gelê me dike, welatiyên sivîl qetil dike û hewl dide rejima xwe ya faşîst li ser pêyan bigire.

Lê gelê Kurd yê ku ji Rêber Apo û PKK’ê fêrî şêwazê rast ya şer û berxwedanê buye, wê rê nede dagirkeran û xayînên hevkar, teqez wê bi ser bikeve.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku dilê wan herdem ji bo gelê me lê dide, ji bo welatiyên me yên ku li Kifrî, Şengal û Mexmûrê hatin qetilkirin çalakiyên tolhildanê pêk anîn.”

HPG’ê derbarê encamên çalakiyan de ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 26’ê Tebaxê li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Pîrdoxan çalakiyeke koordîneyî hate lidarxistin.

Di çalakiya baskê yekemîn de 3 çeperên dijmin hatin rûxandin û 8 dagirker hatin kuştin.

Di çalakiya baskê duyemîn de jî li çepereke dijmin hate xistin, 2 dagirker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Piştî vê çalakiya serkeftî koma gerîla ku paşve vekişiya rastî êrişa ezmanî hat û di encama vê êrişê de hevrêya me Ronahî Devrîm şehîd bû.

HPG’ê: Li Zap û Metîna derb li 2 helîkopteran hate xistin

30’yê Tebaxê jî li Girê Amediyê derb li helîkoptereke skorsky hate xistin ku dixwest dagirkeran li qadê dayne. Piştî vê destwerdana hêzên me helîkopter neçar ma ji qadê dûr bikeve.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê 30’yê Tebaxê li helîkopterekê hate xistin ku hewl dida Qada Sîda bombebaran bike. Li ser vê destwerdana hêzên me helîkoptera ku derb xwar neçar ma ji qadê dûr bikeve.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê 30’yê Tebaxê bi çekên giran li hêzên dagirker ên li ser Girê Şehîd Derwêş hate xistin.

Di encama vê çalakiya gerîlayên YJA Starê de 6 dagirkerên ku li dora cebilxaneyê li hev civiyabûn hatin kuştin. Piştî çalakiyê li pey hev teqînên mezin li cebilxaneyê pêk hatin.”

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 7 caran bi çekên kîmyewî, 6 caran bi helîkopteran, 5 caran bi balafirên şer û bi dehan caran bi çekên giran qadên gerîla bombebaran kirin.

Her wiha HPG’ê diyar kir li Qadên Werxelê û Şikefta Birîndaran xebatên hilweşandina tûnelan a artêşa Tirk a dagirker û li Girê Amediyê jî çêkirina rê ya bi hevkariya PDK’ê dewam dike.

Back to top button