HRE`yê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Roja 1’ê Adarê hêzên me li derdora bajarê Mareyê li dijî çeperên çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û hejmareke cebilxane hate desteserkirin.
Cebilxaneyên ku hatine desteserkirin; çekeke M16, dûrbîn û rextê wê, çekeke AK-47 û rextê wê, cîhazeke mesafe pîvanê, kamerayek û her wiha nasname û cuzdan.
Her wiha artêşa dagirker bi tank, obus û hewanan gundên navçeya Şêrawa, Şera û gundên herêma Şehbayê bi dijwarî topbaran dikin.”