Welatiyên navçeya Qeladizê ya Silêmaniyê diyar kirin ku fikir û felsefeya Rêber Apo di nav dilê hemû mirovahiya azadîxwaz .
Welatiyê bi navê Mihemed Hesen diyar kir ku Dinyayê hemû li hemberî komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo ye û got :
“Ezê weke bavê 3 şehîdan li ser rêya azadî û rêbaza Rêber Apo heya dawî bimeşim.
Ji ber ku fikir û felsfeya Rêber Apo di mejiyê me de bi cih bûye û rê nîşanê me dide.”
Divê Gelê Kurd dijî Erdogan tevlî şoreşê bibe.”
Welatiyê bi navê Hesen Hacî Îbrahîm jî ji aliyê xwe ve dibêje :
“Divê hemû Gelê Kurd û aliyên siyasî daxwaza azadiya Rêber Apo bikin.
Ji ber ku komplo ne tenê dijî Rêber Apo, li ser hemû gelê Kurd e.
Pêwîste bi yekîtiya netewî vê komployê têk bibîn.”