Li Reqayê projeya sererastkirina kenalên avê ber bi dawî ve diçe

Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê kanalên sereke, şaxî û pompeyên avdanê yên li gundewarên bajar sererast dike.

Rûbera erdê avî li Reqa û gundewarên wê derdora 90 hezar hektare ye.

Jê 45 hezar hektar bi rêya pompeyan û 45 hezar hektar bi rêya kanala Raha, tên avdan.

Ji kanala bingehîn a ku avê ji bendava Firatê dikişîne, kendala (Belîx, Çiraxa Çep, Sehlebiya Jêrîn, Sehlebiya Jorîn, Wadî Feyd) derdikevin.

Ev kanal jî ji kanalên şaxê pêk tên û erdên çandiniyê pê tên avdan.

Li gorî Hevserokê Nivîsgeha Avdanê ya Reqayê Mihemed El Elî, li gundewarên Reqayê 25 pompeyên avdanê û 4 stasyonên sereke hene.

Pêwîstiya erdên çandiniyê yên gundewarên Reqayê bi 29 metrekab ava bendavê heye.

25’ê Sibatê wê tevahî stasyonên avê yên Reqayê bikevin xizmetê

Stasyona Bîr El Heşim jî wê 24 saetan were xebitandin.

El Elî anî ziman ku wan kanalên ji xizmetê derketibûn sererast kirin.

Mihemed El Elî destnîşan kir ku 25ʹê Sibatê wê tevahî stasyon bikevin xizmetê.

https://hawarnews.com/kr/haber/projeya-sererastkrina-pompe-kanaln-avdan-bi-daw-dibin-h71872.html

Back to top button