Komîteya Rêveber a PKK’ê, Komîteya Zindanan a PKK-PAJK’ê û Koordînasyona KJK li ser serketina berxwedana grevên birçîbûnê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de berxwedêr hatin pîrozkirin û hate ragihandin ku berxwedan bi dawî nebûye û derbasî qonaxeke nû bûye.
Komîteya Rêveber a PKK’ê, li ser grevên birçîbûnê ku bi banga Rêber Ocalan bi dawî bû, daxuyaniyek da.
PKK’ê cangoriyên pêngavê bi rêzdarî bi bîr anî û di şexsê Leyla Guven de, berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, her wiha dayikên laçik spî, gelê Kurdistanê û dostên ku tevlî pêvajoya berxwedanê bûn, pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin,
“Çawa ku berxwedêrên greva birçîbûnê weke nêrîneke hevpar anîn ziman;
Grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bûne, lê belê têkoşîna me, ya azadî û demokrasiyê ya li dijî siyaset û zîhniyeta qirker-faşîst didome.”
Komîteya Rêveber a PKK’ê destnîşan kir, pêngava wan a berxwedanê wê heta azadiya Rêber Ocalan, azadkirina Kurdistanê û demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn, bi şêweyên çalakiyên nû û dewlemendtir bidome.
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin;
“Şaşitiyek di vê mijarê de, lawaziya di berxwedana civakî de divê teqez rû nede.
Rêber Ocalan xwest, dawî li çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bê anîn.
Lê di heman demê de xwest, têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li dijî tecrîdê û faşîzmê, bi şêweyên çalakiyên dewlemendtir, afirîner û girseyî bidome.”
KOMÎTEYA ZINDANAN: PÊNGAVA ME DERBASÎ QONAXEKE NÛ BÛ
Komîteya Zindanan a PKK-PAJK’ê jî debarê heman mijarê de daxuyaniyek da û got:
” Wezîfeya me ya ji niha û pê ve ew e ku li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê têkoşînê bi ser bixînin.
Pêngava me ya berxwedanê bi dawî nebûye, derbasî qonaxeke nû bûye.”
KJK: GREVA BIRÇÎBÛNÊ JI BO BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ DERIYEK VEKIR
Koordînasyona KJK’ê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku berxwedana grevên birçîbûnê bi ser ketiye û zemînekî xurt afirandiye.
KJK’ê dest nîşan kir, berxwedana li dijî tecrîdê, berxwedana li dijî sîstema mêtingeriyê ya dijminê mirovahiyê û jinan e.
KJK’ê diyar kir ku berxwedana grevên birçîbûnê ji bo bidawîkirina tecrîdê deriyek vekir û got:
“Di serî de jin divê gelê me, em hemû pêvajoyê rast fêhm bikin.
Pêvajoya em tê de ne pêvajoyeke danûstandinan û diyalogê nîne.
Divê em pêvajoyê rast fêhm bikin û bi xurtî bimeşînin.