Koçberên Efrînê bi destkariyan debara xwe dikin

Koçberên Efrînê yên di kampan de dijîn, ji bo debara xwe bikin hem destkariyan çêdikin hem jî di nava zêviyan de dixebitin.

Jinên Efrînî ku di 2018’an de koçberî Şehbayê bûne, li hember dorpêçê bi şêwazên cûda têdikojin da ku bikaribin debara xwe bikin.

Dayika Fîdan Îbrahim bi temenê xwe yê 79 salî ji bo debara jiyanê karê dirûtinê dike ev kar jî wê ji dayika xwe wegirtiye.

Bi derketina ji Efrînê wê hemû milk û malên xwe ji dest dan, lê naxwaze karê xwe jî ji dest bide û karê dirûtinê didomîne.

Fîdan cil û bergên kevn tîne cem hev û ji nû ve bi makîneya destan didirû,Niha ew ji aliyê hemû kesên li kampê ve tê naskirin.

Sîham Henan jî êşa jiyana koçbriyê wiha anî ziman:

“Ev 5 salin ez di zeviyên çandiniyê de kar dikim,li Efrînê em xwedeî zevîbûn û karkeran di zêviyê me de kardikirin.

Lê niha ji ber koçberiyê em di zêviyên xelkê de kar dikin, çi dibe bila bibe jî berxwedana me ji bo vegera li Efrînê ye.”

Back to top button