CÎK: MÎT dixwaze di navbera Kurdan de şer derxîne divê PDK ji xwe vegere

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) destnîşan kir ku armanca serdana Wezîrê Karên Derve ya Tirk a Hakan Fîdan a li hikûmeta Başûr ew e ku di navbera Kurdan de şer derxîne û bang li hikûmeta Başûr û PDK’ê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bibin xwedî helwest.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê têkildarî serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan a li Başûrê Kurdistanê û êrişa li dijî welatiyan daxuyaniyek nivîskî weşand û got:

“Dewleta Tirk li her 4 parçeyên Kurdistanê ji bo tunekirina Kurdan hemû derfetên xwe bi kar tîne.

Her roj li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi balafirên bêmirov û biçek, bêyî ku bêje rojnamevan, jin û zarok komkujiyan pêk tîne.

Şefê MÎT’ê yê berê, lîderê çeteyan Hakan Fîdan hewl dide ku li Başûrê Kurdistanê şer di navbera Kurdan derxîne. Dewleta tirk welatiyên başur qetil dike PDK bêdeng e. Ev nayê qebûl kirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev bang li Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî û Hikûmeta Federal a Başûr hat kirin:

“Dest ji vê nêzîkatiya xwe ku wê Kurd û Kurdistanê tune bike, berdin û vegerin heqîqeta têkoşîna Şêx Ehmed Barzanî.

Barzaniyan carek din soza hevkariyê dan dewleta Tirk

Back to top button